Li ser şopa jinên pêşeng; ‘Heta yek ji me hebe em ê tê bikoşin’

Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî jinan dixwaze îradeya jinan têk bibe, divê jin bi hevgirtina xwe li hember van sûcan derkevin û got “Heta ku yek ji me hebe em ê her tê bikoşin.”

Li ser şopa jinên pêşeng; ‘Heta yek ji me hebe em ê tê bikoşin’
5 sibat, 2025   06:17
QAMIŞLO

Ji 2013’an heta niha di êriş û suîqastên dewleta Tirk de herî kêm 18 jinên Kurd ên siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen û dîplomat hatin qetilkirin. 

Herî dawî di 27’ê Çileya 2025’an de dema ku endama Koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo bi armanca ku bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû Başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefkirin û şehîd bû. Di vê derbarê de jinên ji Qamişloyê axivîn.

Eqlîma Hisên êrişên li dijî jinên pêşeng ên ku jinên li herêmê bi rêxistin dikin, şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker yek bi yek pêşengên civaka Rojavayê Kurdistanê dike hedefa êrişên xwe û wiha dom kir: “Êdî divê rê li ber êrişên li dijî jinan bê girtin, ew bi hedefgirtina jinan nikare îradeya jinan têk bibe û tu carî nikare bi êrişan çavê me bitirsîne. Em ê her li pey şopa şehîdên xwe bin. Divê jin bi yekdestî li hemberî êrişan derkevin.”

Henan Bekir jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi taybet xeta jinên pêşeng ên siyasetmedar dike hedefa êrişên xwe û wiha pê de çû: “Jinên ku doza mafê xwe, wekhevî û çareseriya doza xwe dikin, li ser xaka xwe tên armancgirtin, êdî em van hedefgirtinan nema qebûl dikin. Divê li hemberî van sûcan jin her gav û saet li ser pêyan bin. Na ji bo qetilkirin û tundiya li ser jinan, heta ku yek ji me hebe em ê di nava têkoşînê de bin.”

Macida Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî jinên têkoşer dike û wiha anî ziman: “Em li malê rûnanên, em ê her li ser pêyan bin. Divê jin bi hevgirtina xwe li dijî êriş û tundiya li ser jinan derkevin. Divê êdî dagirker dest ji me berdin.”

(sb)

ANHA