Li ser sînorê Lubnanê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin

Jineke ji Sûriyeyê û zarokek dema ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê dibûn, leşkerên Lubnanê ew gulebaran kirin. Jin hate kuştin û zarok jî birîndar bû.

Li ser sînorê Lubnanê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
5 mijdar, 2026   13:47
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dema ku jineke sûriyeyî û zarokek ji herêma Cerûd El Qelemûn a li beramberî Cerûd Irsal a Lubnanê sînor derbas dikir, ji aliyê leşkerên sînor ên Lubnanê ve hatin gulebarankirin. Di endamê de jina sûriyeyî hate kuştin û zarokê wê birîndar bû.

SOHR`ê dabû zanîn ku 18`ê Cotmehê jî dema ku mêrek tevî hevjîn û keça xwe sînorê Sûriyeyê û Lubnanê derbas kir leşkerên Lubnanê li wan xistibû. Ew herêm jî di navbera Wadî El Wawiyat û bajarokê El Meacîr de ye.

(np)