Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bûyera derketina li dijî helwesta xwendekaran ku duh li Hesekê rû da şermezar kir û diyar kir ku daxwazkirina mafekî rewa ne sûc e û tu kes nikare bi zext û gefan xwendekaran bê deng bike.

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz: Tu kes nikare bi zorê xwendekaran bê deng bike
5 mijdar, 2026   14:32
QAMIŞLO

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişloyê têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û şermezarkirina êrişên ku duh (4 Mijdar) li dijî xwendekaran li Hesekê rû dan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla xwendekar Şervîn Xelef ve hat xwendin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo mafên zimanî û perwerdeyî, nasnameya neteweyî û hemwelatiya azad li Sûriyeyê, ew wek xwendekar bi berpirsiyariyeke neteweyî, civakî û perwerdehiyî vê daxuyaniya xwe ya fermî ji raya giştî re radigihînin.

Di daxuyaniyê de xwendekaran bal kişand ser bûyera ku duh li bajarê Hesekê li hember xwepêşandana aştiyane ya xwendekaran rû da û da zanîn ku xwendekarên Kurd ji bo parastina mafê xwe yê zimanê dayikê û fermîkirina zimanê kurdî derketin xwepêşandaneke aştiyane û rastî êrişê hatin, ev jî ji bo wan rûdaneke girîng û xemgîn bû û wiha anî ziman: “Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku daxwazkirina mafên rewa ne sûc e û tu kes nikare şantajê bike û bi zorê xwendekaran bê deng bike. Em wek nifşê siberojê dixwazin di welatê xwe de bi zimanê dayikê bixwînin, binivîsin û perwerdeyê bibînin.”

Xwendekaran da zanîn ku ziman ne tenê amûreke axaftinê ye, ew nasname, çand, dîrok û hebûna gel e. Ji ber vê yekê daxwaza wan ew e ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de wek zimanekî fermî were nasîn û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî qanûnî û domdar were misogerkirin û wiha hat gotin: “Em dibêjin ku herêmên kurdî xwedî taybetmendiyên xwe yên dîrokî, çandî, civakî û zimanî ne. Ev taybetmendî beşek ji nasname û hebûna gelê Kurd e, divê di perwerdehiyê rêveberiya herêmî navên cih û saziyên giştî de bên parastin û nasîn.

Xwendekaran daxwaz kir ku mafê gelê Kurd ê parastina ziman çand, dîrok û mîrateyê were misogerkirin û wiha pê de çû: “Nasîna taybetmendiya herêmên Kurdan ne li dijî tu gelî ye, berevajî wê, ew gaveke girîng e ji bo wekhevî, dadmendî û hevjiyana aştiyane. Em wek xwendekar dixwazin ku navên dibistanên me neyên guhertin. Ji ber ku gelek ji van dibistanan navê şehîdên me yên hêja hildigirin şehîdên ku ji bo zimanê kurdî nasnameya gelê xwe azadî û mafên rewa canê xwe feda kirine.  Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku navên dibistanan wekî beşek ji nasname dîrok û bîranîna gelê me bêne parastin, rêz ji navên şehîdên me re bê girtin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirinku ew biryara sînordarkirina dersên kurdî red dikin û wiha dom kir: “Em dixwazin zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê, em naxwazin mafê me yê xwendinê were kêmkirin û perwerde bibe qurbaniya biryarên neadilane. Em ji wezîrê perwerdeyê û rêveberiya perwerdeyê re dibêjin em xwendekar in û mafê me heye ku dengê me were bihîstin. Em daxwaz dikin ku biryara sînordarkirina dersan a ji bo 3 saetan were betalkirin, mafê zimanê kurdî were nasîn û bûyera êrişa li ser xwendekarên Hesekê bi awayekî dadperwerî were lêkolînkirin.”

(sb)

ANHA