Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn

HRRK’ê li ser girîngî û rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek organîze kir. Konê Reş ku semîner pêşkêş kir got: “Bi Kovara Hawarê re zimanê Kurdî derbasî qonaxek nû bû.”

Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
Li ser rola Kovara Hawar di parastina zimanê Kurdî de semînerek hat dayîn
7 gulan, 2026   19:12
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li ser girîngî û rola Kovara Hawarê di parastina zimanê Kurdî de semînerek da. Semîner li navenda HRRK’ê ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya rewşenbîrên herêmê pêk hat. 

Semîner bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Endamê HRRK’ê Kemal Necim bi xêrhatina beşdar kir û diyar kir ku dê di çarçoveya Roja Zimanê Kurdî de rêzeçalakiyan li dar bixin.

Semîner ji aliyê rewşenbîr Konê Reş ve hat dayîn. Konê Reş bixêrhatina beşdar kir, helbestvan Ehmed Huseyînî bi bîr anî.

Konê Reş diyar kir ku Kurd bi zimanê xwe Kurd in û wiha axivî: “Dema em qala zimanê Kurdî bikin, bi Rojnameya Kurdistan re zimanê Kurdî derbasî qonaxek nû bû. Zimanê Kurdî zimanê helbestê bû, lê piştî Rojnameya Kurdistan veguherî zimanê nivîskî û civakî. Lê piştî serhildana Şêx Seyîd, zimanê Kurdî kete bin zexteke mezin. Piştî binketina serhildanan rewşenbîrên Kurdan hatin mişextkirin û yek ji wan Celadet Bedirxan bû. Wî jî berê xwe da xebatên têkoşîn.”

Konê Reş da zanîn ku beriya Kovara Hawar helbestvan, dengbêjan û çalakiyên floklorîk zimanê kurdî parast, lê bi Kovara Hawarê re derbasî qonaxek nû bû û wiha domand: “Zimanê Kurdî bi elfabaya latînî hat nivîsîn. Li Bakur ji ber zexta li ser Kurdan, Kurdên wir berê xwe dan Rojava. Yê ku zimanê latînî pêş xist Kurdên Bakur bûn. 57 hejmar pêk anî, di gelek hejmar de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî banga dersxane kir. Ji ziman û rojnamegeriya Kurdî re bû bingehek.”

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bî-sb/bb)

ANHA