Li ser rêya Reqa - Hemayê qeza: 2 kes mirin û 20 birîndar bûn

Li ser rêya Reqa – Hemayê bas û tankerekê li hev qelibîn, di encamê de 2 kes mirin û 20 jî birîndar bûn.

Li ser rêya Reqa - Hemayê qeza: 2 kes mirin û 20 birîndar bûn
4 mijdar, 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan, berêvara îro li ser rêya Reqa-Hemayê qeza çêbû, bi wê re 2 kes mirin û bi dehan birîndar bûn.

Wezareta Hundirîn a hikumeta Şamê ragihandibû ku li ser rêya giştî ya Selemiye-Reqayê li nêzî çatrêya gundê Cib Xesrara tankereke ku berê wê ber bi Reqayê ve li basekê berê wê ber bi Hemayê ve bû, qelibî.

Wezaretê aşkera kir ku encamê de 2 kes mirin û 20 jî birîndar bûn.

Her wiha wezaretê anî ziman ku ji ber leza zêde ya ajokarê tankerê û derketina ji rêya xwe ber bi aliyê çepê ve qeza çêbû.

(mh/fr)