Li ser rêya M4 agir bi tankerekê ket

Li ser rêya M4 nêzî gundê Şenan ê Til Temirê agir tankereke petrolê ket.

Li ser rêya M4 agir bi tankerekê ket
21 îlon, 2026   15:07
QAMIŞLO

Di navbera Qamişloyê û Til Temirê de, li nêzî gundê Şenan ê Til Temirê li ser rêya M4 tankereke petrolê şewitî. Hate zanîn ku di encama şewatê de ziyanên canî çênebûne.

2 roj berê li heman herêmê tankereke petrolê şewitîbû û di encamê de ajokarê tankerê Mihemed Xêr Ebdo jiyana xwe ji dest dabû. Ebdo ji gundê Um Hoş ê Helebê bû.

(np)

ANHA