Li Siwêdayê karkerên ji kar hatine bidûrxistin çalakî kir

Bi dehan karkerên Saziya Avê ya Siwêdayê yên ji kar hatine bidûrxistin li dijî biryara bidawîkirina peymanê bi der ketin.

Li Siwêdayê karkerên ji kar hatine bidûrxistin çalakî kir
20 îlon, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan karkerên Saziya Giştî ya Avê ya Siwêdayê yên ji kar hatine bidûrxistin li pêş avahiya Rêveberiya Giştî ya Siwêdayê li dijî biryara bidawîkirina peymana wan bi der ketin.

Karkeran pankartên banga edaletê û lêpirsîna mekanîzmayên dûrxistinê, têkoşîna li dijî gendeliyê hildan.

Şandeyek ji Komîteya Yekitiya Karkerên Siwêdayê jî ji bo piştgiriya karkerên pîşeyî û meydanî tev li çalakiyê bûn.

Karkeran destnîşan kir ku hin karker matmayî mane ku navên wan di lîsteya bidawîkirina erka wan a beriya çend mehan de ye û di wê heyamê de erkên xwe bi rêya rêveberan pêk dianîn û tu mûçe wernegirtin.

(f)