Li ser rêya Idlibê qeza; kesek mir

Li ser rêya Idlibê qezayek çêbû, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Idlibê qeza; kesek mir
27 adar, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya di navbera bajarê Idlibê û gundewarê wê yê rojava de qezayek çêbû, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ragihandinê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê, ji ber qezayê rewşeke awarte û tibî li herêmê çêbû ku birîndaran rakirin.

(fr)