Li ser rêya Hums-Tartûsê neşalî

Li ser rêya Hums-Tartûsê, berbanga îro, çekdarên hikumeta demkî erebeyên veguhastina sebzeyan şelandin, telefon û pereyên ajokaran standin.

Li ser rêya Hums-Tartûsê neşalî
2 sibat, 2026   18:59
HUMS

Nûçegihana me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî daxuyand ku berbanga îro rêze pêkanînên serdegirtinê li dijî erebeyên veguhastina sebzeyan li ser rêya Hums-Tartûsê, li herêma di navbera Xirbet El Hemam û Xirbet El Tîn de çêbûn.

Nûçegihan diyar kir ku li gorî şahidên hin ajokaran, Jîbek rengê zîvî ku tê de çekdarên hêzên hikumeta demkî hebûn, gule bi hewa de avêtin û neçar kirin ajokar erebeyan bisekinînin.

Ajokaran ragihand ku çekdaran telefon û pereyên wan bi darê zorê standin, neçar kirin ku erebeyên xwe bihêlin û li ajokarekî dan. Li heman herêmê jî gilî ji bo dizîna erebeyek hat kirin.

Ev bûyer, digel berdewama rewşa alozî û tevliheviya ewlehî, nebûna hesabdayîna sûcdaran li herêmên hikumeta demkî pêk tê.

(fr)