Deriyê Refeh bi awayekî sînordarkirî hatiye vekirin

Çavkaniyên Misrî ragihand ku ji bo çûn û hatina di deriyê Refehê re hin tedbîrên nû hatin girtin. Li gorî tedbîran, wê 150 kes ji Şerîda Xezayê di derî re derkevin û 50 kes jî derbas bibin.

Deriyê Refeh bi awayekî sînordarkirî hatiye vekirin
2 sibat, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî salekê ji girtina deriyê Refehê yê sînorî yê Xeza û Misrê, derî ji nû ve li pêş çûn û hatina bi dehan kesan ji her du aliyan ve vebû.

Li gorî berpirsên Misrî ji AFPˊê re daye zanîn, wê îro 150 kes ji Xezayê di derî re derbasî Misrê bibin û ji Misrê jî 50 kes derbasî Xezayê bibin.

Girêdayî mijarê, 3 çavkaniyan ragihand ku 50 nexweş û birîndarên Filistînî wê di derî re derbas bibin. Bi her nexweşekî re 2 kes pê re derbas dibin. Hejmara giştî dibe 150 kes.

(ac/fr)