Li ser Mexmûrê tevgera balafira keşfê

Li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê, tevgera balafirên keşfê dewam dike.

Li ser Mexmûrê tevgera balafira keşfê
18 îlon, 2024   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ji duh bi şev ve balafirek keşfê bê navber li ser asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Balkêşe ku balafir tenê li ser asîmanê wargehê digere, lewma guman heye ku ev balafir jî ya dewleta Tirk a dagirker be.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker di 16’ê mehê de êrişî baxçeyê malbatek wargehê kiribû.

Herwiha di 10’ê mehê de jî dewleta Tirk a dagirker malek ya wargehê bombebaran kiribû û di encama êrişê de 3 jin birîndar bibûn.