KNK: Li hemberî êrîş û terora dewleta Tirk rawestin

KNK'ê di salvegera qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun de bang kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwestek bê nîşandan.

KNK: Li hemberî êrîş û terora dewleta Tirk rawestin
18 îlon, 2024   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera qetilkirina endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) de daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku di 18'ê Îlona 2023'an de li ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê hate qetilkirin.

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Her çend rayedarên ewlehiyê di destpêkê de gotin ku kujer hatiye girtin, piştre gotin ew reviya ye û ne li herêma Kurdistanê ye. Piştî nêzîkî salekê û piştî çendîn rûniştinan, dadgeha tawanan a Hewlêrê di dawiyê de li gor madeya 2 li ser tawana kuştinê û sîxurîkirin ji bo dewletekê ya yasaya dije-Terorê, 27 sal cezayê zîndakirinê ya heta hetayî li du tawanbaran birî.

Tevî ku ev destpêkek baş e, lê heta ku kujerê sereke bê girtin û cezakirin û destên dezgehên sîxuriyên welatên cîranên herêmê bi dawî bibe, em ê di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de li ser van dozan li hundir û dervey welat bi cidî dixebitin. Her wiha erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên ewlekarî ye ku asayîşa çalakvan û azadîxwazên parçeyên Kurdistanê biparêzin, kujer û sîxuran bibînin û wan radestî dadgehê bikin.

Di demekê de ku em salvegera terorkirina Denîzê xizmetkarê welat, ziman û çanda Kurdî bi bîr tînin, Kurdistan di bin dagirkeriyê û êrîşên balafirên droneyan de ye û teror jî bûye haletekî diyardeyek û rojane xelkê sivîl, jin, zarok û rojnamevanan bi armanc digirin. Ti kesekî azadîxwaz û dijî dagirkerîyê ji jiyana xwe ne bawer e.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li saziyên fermî yên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dike ku erkên xwe yên destûrî û yasayî yên li hember ax û gel pêk bînin û bi komployên dewletên dagirker re hevkariyê nekin û li dijî dagîrkerîyê rawestin.

Careke din ruhê şehîd Denîzê xebatkarê tevgera azadîyê, xizmetkarê çand û zimanê Kurdî şad be. Weke her car jî em ê ji bo rêkarwanê te bi wefa bin ê heta kujer û alîkarên wan bên ceza kirin, li xebata xwe berdewam dibin û vê dozê bi zindî bihêlîn."