Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê-Şaxê Girkê Legê semînerek li ser kembera erebî û bandorên wê bi rêxistin kir.

Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
Li ser bandorên kembera erebî semînerek hat dayîn
20 tîrmeh, 2026   20:57
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê-Şaxê Girkê Legê semînerek bi navê "Kembera erebî û bandorên wê li ser rewşa Kurdî" organize kir. Semîner li avahiya yekitiyê bi beşdariya hejmarek rewşenbîr û nivîskaran hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgiritnê nivîskar Biradost Mîtanî dest bi dayîna semînerê kir. Mîtanî behsa siyaseta kembera erebî ya ku rejîma Baasê li herêmên Kurdan pêk anîbû û bandorên wê li ser civaka Kurdî ya herêmê kir.

Mîtanî destnîşan kir ku armanc ji projeya kembera erebî guhertina demografyaya herêmên Kurdan bû.

Her wiha bi bîr xist ku ev siyaset bi desteserkirina erdên çandiniyê yên welatiyên Kurd û belavkirina wan a di çarçoveya projeyên bi armanca jinûve avakirina demgorafiyayê herêman de dest pê kir.

Biradost Mîtanî da zanîn ku projeya kembera erebî di salên 1960 û 1970‘î de bi avakirina gundan ji Dêrik heya Serêkaniyê dest pê kir û gelek herêmên din ên Cizîrê jê bi bandor bûn.

Biradost Mîtanî diyar kir ku projeya kembera erebî bandorek demdirêj li civaka Kurd kir û got, gelek malbatên Kurd erd û debara xwe ji dest dan, di heman demê de bandorên civakî, çandî û hewldanên guhertina nasnameya herêmê bi xwe re anîn.

Mîtanî anî ziman ku divê ev merheleyên dîrokî werin belgekirin, lêkolînkirin û ji nifşên bê re werin veguhestin da ku bîra û nasnameya xwe ya çandî biparêzin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Diyar kir ku li dijî van siyasetan xurtkirina hevgirtinê û parastina destkeftiyan hewce dike.

(bb)

ANHA