Li Şengalê êrişa li dijî rojnamevanan: 4 kes birîndar bûn

Li Şengalê li dijî erebeya rojnamevanan êrişek pêk hat. Di êrişê de tevî ajokar, 2 nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê, her wiha welatiyek birîndar bûn.

Li Şengalê êrişa li dijî rojnamevanan: 4 kes birîndar bûn
Li Şengalê êrişa li dijî rojnamevanan: 4 kes birîndar bûn
Li Şengalê êrişa li dijî rojnamevanan: 4 kes birîndar bûn
8 tîrmeh, 2024   14:11
ŞENGAL

Îro tîmeke nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê dema bi erebeyê ji Tilqesebê ya Şengalê vedigeriyan, êrişek lê hate kirin.

Di encama êrişê de ajokarê erebeyê, 2 nûçegihan û welatiyek birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa kesekî giran e û rakirine nexweşxaneya Mûsilê. Birîndarên din jî li nexweşxaneyên Şengalê tên dermankirin.

Di êrişê de zirar gihaşt erebeyeke din a welatiyan jî.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzîdxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kir.

Şêwazê bûyerê hîna tê lêkolînkirin û zelal nebûye. Li gorî agahiyên destpêkê, îhtîmala êrişê zêde ye, lê nehatiye zelalkirin ka dewleta Tirk a dagirker ji hewa ve êriş kiriye yan mayin di seyareyê de teqiyaye.