Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê

Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê
8 tîrmeh, 2024   13:51
KOBANÊ

Federasyona Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantona Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga mezinkirina têkoşînê kir.

Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd bi beşdariya bi dehan gaziyên şer û malbatên şehîdan, ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Deriya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên global di armanca xwe ya pişaftina civaka mirovî de bi israr in, ev israr di Komploya Navneteweyî û bêdengiya li hemberî tecrîda li Îmraliyê de xuya dibe.

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku xwedî li azadiya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û wiha hat domandin: "Ger em bixwazin nirxên azadî, demokrasî û aştiyê di navbera gelan û pêkhateyan de belav bibin, wê demê divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Her wiha hate gotin, ramanên Rêber Abdullah Ocalan tevahî civakên Rojhilata Navîn eleqedar dike û bang li hemû gel û hêzên demokratîk û rêxistinên mirovî hate kirin ku xwedî li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

 (bb)