2 lehengên Bendava Tişrînê hatin oxirkirin

Şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê Mihemed Xalid El Ferec û Ehmed Xalid El Rehîl bi merasîmeke girseyî hatin oxiririn.

13 adar, 2025   15:32
QAMIŞLO

Şervanên QSD’ê Mihemed Xalid El Ferec û Ehmed Xalid El Rehîl ên ku 12’ê Çileya 2025’an di berxwdana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Til Koçerê, Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa ji bo tevlêbûna merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîd Iqab El Eswed kom bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, bi navê QSD’ê Mihyedîn Xêrkê axivî û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê me qir bike. Em QSD radighînin ku em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û têkoşîna ji bo jiyaneke azad û birûmet bidomînin."

Mihyedîn Xêrkê anî ziman ku QSD nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dike û ewlehiya welat diparêze.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên şehîd Mihemed Xalid El Ferec û Ehmed Xalid El Rehîl hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)

ANHA