Li Şehbayê sûcên kuştina zarokan

“Bêyî ku wijdanê wan bilive, jin û zarok serjê kirin.” Ev hevok a yek ji wan kesan e ku nekarîn ji Şehbayê derkevin. Ev jî sûcên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên kantona Efrînê û Şehbayê yên ku nû hatine dagirkirin, vedibêje.

Li Şehbayê sûcên kuştina zarokan
21 kanûn, 2024   04:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Li gundên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku di 1’ê Kanûnê de hatibûn dagirkirin, gelek sûc hatin kirin. Çete gefan li şêniyên mayî yên ku nekarîn bi karwanan re derkevin jî dixwin û dest danîn ser mal û milkên wan.

Ajansa me tomareke deng bi dest xist. Keseke ku nekariye bi karwanan re derkeve, tomar şandiye û tê de dibêje: "Bêyî ku wijdanê wan bilive, jin û zarok kuştin û serjê kirin.”

Tomara deng piştrast dike ku çeteyên bi navên “El Emşat” û “El Hemzat” zarokek salek û 7 mehî û jinek li bajarokê Til Rifatê kuştine. Li bajarê Fafînê jî 2 zarok kuştin, yek ji wan 6 salî û yê din jî 9 salî bû, ku niha ji ber sedemên ewlahiyê em navên wan parve nakin.

Nehate zanîn ka ev 3 zarok çawa hatine kuştin, lê şêniyên ku hîna jî li van gundên dagirkirî dijîn, bi awayên cuda rastî zext û gefên kuştinê tên.

(k)

ANHA