‘Dewleta Tirk bi rêya derxistina nakokiyên mezhebî hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe’

Rewşenbîr Mihemed Nûr El Ehmed û çalakvana siyasî Madlen El Ubeyd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya derxistina nakokiyên mezhebî û etnîk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe û planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne. Her wiha Li dijî van planan jî banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir.

‘Dewleta Tirk bi rêya derxistina nakokiyên mezhebî hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe’
21 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Rewşenbîr Mihemed Nûr El Ehmed û çalakvana siyasî Madlen El Ubeyd ên ji bajarê Til Temirê der barê armancên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Sûriyeyê de axivîn.

MIHEMED NÛR EL EHMED: DEWLETA TIRK HEWL DIDE EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Nûr El El Ehmed destnîşan kir ku di encama têkoşîna demdirêj a gelê Sûriyeyê de rejîma Beşar Esed ket.

El Ehmed bi bîr xist ku li Sûriyeyê ji ber belavbûna komên çete û destwerdanên hêzên derve yên wekî dewleta Tirk a dagirker tevliheviyeke mezin heye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide her çareseriyeke siyasî ya mafên gelê Sûriyeyê diparêze, têk bibe. Bi armanca jiholê rakirina ezmûna Rêveberiya Xweseriya demokratîk û biratiya gelan êrişî herêmê dike."

El Ehmed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser roleke sereke di pêşxistina aştiya navxweyî û parastina gelê Sûriyeyê de list û got: "Ev rêveberî beşek ji hewldanên rûxandina rejîma Esed û rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞˈê ye. Dewleta Tirk a dagirker jî ditirse ku ev rêveberî rolekê di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de bilîze, loma hewl dide wê ji holê rake."

Mihemed Nûr El Ehmed da zanîn ku gelê Sûriyeyê bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser bawer e ku ji bo Sûriyeke yekbûyî ya demokratîk bi hezaran şehîda daye.

El Ehmed got, dewleta Tirk a dagirker çi bike wê nikaribe yekitiya gelên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê têk bibe û diyar kir ku divê rewşenbîr dengê gelê Sûriyeyê ragihînin û ji bo yekitiya Sûriyeyê kar bikin.

MADLEN EL UBEYD: KOMPLOYÊN TIRKIYEYÊ JI BO XIRABKIRINA EWLEHIYA HERÊMÊ NE

Çalakvana siaysî Madlen El Ubeyd bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê ji ber rejîma despotî ya Beşar Esed gelek zehmetî û êş dît û got: "Lê em dibînin ku dewleta Tirk û hin dewletên din hewl didin hilweşandina rejîma Esed bi kar bînin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin û bi derxistina nakokiyên mezhebî yekrêziya sûriyeyî ji hev bixin."

Madlen El Ubeyd da zanîn ku çeteyên DAIŞˈê jî sûd ji tevliheviyê wergirtine û bi desteka dewleta Tirk a dagirker û hin dewletên derve  yên ku dixwazin armancên xwe li Sûriyeyê pêk bînin, çalak bûne.

 Madlen El Ubeyd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û da zanîn ku şoreşa Rojava ya bi aloziya Sûriyeyê re dest pê kir, sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aloziyê parastin û tevî hemû zehmetiyan jî ewlehî sepand.

Madlen El Ubeyd li dijî komployan banga hevgirtinê li gelê Sûriyê kir û got: "Ev erd erdê me ye, divê em bi yek destê li hemberî dijmin bisekinin û herêmên xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

(bb)

ANHA