Li Şehbayê şahiya îmzekirina 4 pirtûkan
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehba şahiya îmzekirina 4 pirtûkan li Şehbayê li dar xist.
Şahiya îmzekirina pirtûkan li hola Axîn a bajarokê Fafînê ya kantona Efrîn û Şehba hat lidarxistin. Di şahiyê de endamên partiyên siyasî, deste û meclis amade bûn.
Di şahiyê de pirtûka ˊJana Dilˊ ya nivîskar Cîhad Hemdûş, pirtûka ˊHînkera Ingilîzîˊ ya nivîskar Rohay Bekir, pirtûka ˊOla Êzidîˊ ya nivîskar Silêman Cafer û pirtûka ˊHestên Bêrîkirinêˊ ya nivîskar û helbestvan Fewaz Reşo hatin îmzekirin.
Destpêkê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Beko axivî û got: "Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji ber bi saya wan îro ev şahî tê lidarxistin. Ne ji fedakariya wan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûya, em nedigihîştin vê qonaxê."
Di dawiyê de hunermend Wehîd Rêvan bi tembûnera xwe mûzîkî pêşkêş kir û 4 pirtûkan hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.
(fr)
ANHA