Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd kir.

Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
Li Şehbayê meşa ji bo bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd 
16 mijdar, 2023   15:22
ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Şêniyên kantonê li ser rêya navbera bajarokê Til Qirah û Kampa Serdemê kom bûn û dest bi meşê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Bêyî azadiya Rêber Apo projeya neteweya demokratîk temam nabe” û “Na ji tecrîd û dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê û azadkirina Rêber Apo ye” hatin hildan.

Meş li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê girêdayî navçeya Ehdasê veguherî mêtîngê. Di mêtîngê de hevserokê TEV-DEM`ê Hesen Wilo axaftinek kir. Wilo diyar kir ku ev meş ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan e yê ku jiyana xwe kir xizmeta parastina gelan û doza Kurd.

Wilo wiha axaftina xwe dewam kir: “Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatin bidestxistin. Dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêbertî ferz dike û hevdîtina bi malbat û parêzeran re lê qedexe kiriye. Wekî şêniyên Efrîn û Şehbayê, em tecrîdê şermezar dikin. Em bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku dawî li tecrîdê bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Şadiya Îbrahmî jî tecîrdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirin û vegera li Efrînê, berxwedanê bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(c)

ANHA