Li herêmên hikumeta Şamê 16 bûyerên kuştinê

Li herêmên hikumeta Şamê hejmara bûyerên kuştinê zêde dibin. Ev jî nîşaneya hilweşîna ewlehiyê ye.

 Li herêmên hikumeta Şamê 16 bûyerên kuştinê
16 mijdar, 2023   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka mehê ve 16 bûyerên kuştinê rûdane ku di encamê de 9 kes hatin kuştin. Li belê meha borî di encama 16 bûyerên kuştinê de 16 kes hatin kuştin.

Li herêmên hikumeta Şamê tevliheviyeke ewlehiyê ya xeter heye. Li gel nebûna qanûn û acizbûna saziyên ewlehiyê li hember dîsplînkirina ewlehiyê, sûc bi hincetên cuda belav bûn; mîna xizanî, bêkarî, tundiya malbatê û rewşa debarê ya kirêt.

(şx)