Li Şehbayê 4`emîn Mîhrîcana Amara dest pê kir

4`emîn Mîhrîcana Amara ya Werzîşê bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em çandê bi ser bixin û azadiya Serok Apo misoger bikin" li stada Babnisê ya Şehbayê dest pê kir.

7 nîsan, 2024   15:05
ŞEHBA

4`emîn Mîhrîcana Amara ya Werzîşê bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em çandê bi ser bixin û azadiya Serok Apo misoger bikin" ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Desteya Werzîşê ya kantona Efrîn- Şehbayê ve hatiye organîzekirin li stada Babnisê ya Şehbayê dest pê kir. Endamên tevgera ciwanên şoreşger û Desteya Werzîşê û mêvan ji Helebê û bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de, endamê Desteya Werzîrşê ya kantona Efrîn- Şehbayê Mihemed Elî axivî û got: "Li ser bingeha sepandina fikrê çandî û werzîşî li gel ciwanan û girîngiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye werzîşê û werzîşvanan, em xêrhatina her kesî dikin."

Dûre maça volîbolê di navbera tîma Şaredariyan û tîma Dilbirîn de hate lidarxistin.

Di mîhrîcanê de dê listikên din wek setrancê, futbol û werîsê li dar kevin.

Çav li rê ye ku mîhrîcan sibe êvarê bi dawî bibe.

3`yemîn Mîhrîcana Amara 1`ê Nîsana 2023`yan bi dirûşma "Bi pêşxistina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" li dar ketibû.

4’emîn Mîhrîcana Amara di 1 û 2’ê Nîsanê  li Helebê hatibû lidarxistin.

(şx(

ANHA