Li Şedadê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Şedadê teqîneke çêbû. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li Şedadê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
20 cotmeh, 2025   11:39
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ragihandine, li nêzî pira gundê Hedadiyê (15 km li bakurê bajarê Şedadê) motorsîklêtek teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesê bi navê Miseb Xelef El Deis jî ji lingê xwe birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hesekê. Lê cenazeyê kesê jiyana xwe ji dest daye, li nexweşxaneya Şedadê ye.

Sedema teqînê hîna nehatiye zanîn.

(bb)

ANHA