Li Şedadê çalakiyên xurtkirina behreyên xwendekaran
Komeleya Perwerdehiyê ya Şedadê hewl dide bi rêya çalakiyên li dibistanan, xwendekaran li ser behre û xwendinê teşwîq bike.
Komeleya Perwerdehiyê ya bajarê Şedadê ji bo xurtkirina behreyên xwendekaran û teşwîqkirina wan li ser xwendinê pêşangeha hunerên şêwekariyê vekir û pêşbirkek li dar xist
Çalakî li dibistana Cermiz Şemalî bi beşdariya xwendekarên dibistanê, xwendekarên dibistanên Edle El Muhdese, Edle El Xilêf, Şêx Osman û ya Neame Şemaliye hat lidarxistin.
Di serî de rêveberê Komîteya Şopandinê ya Komeleya Perwerdehiyê Hesen El Reca lidarxistina çalakiyan li xwendekaran pîroz kir.
Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê nûnera wê ya li Şedadê Fatme El Ewad bixêrhatina beşdaran kir û got: "Xwendekarên me yên biçûk kulîlkên pêşerojê ne. Teşwîqkirina wan li ser behreyên wan di gihandina nifşekî serketî de dibe alîkar."
Piştî xwendina peyaman xwendekaran şano li ser girîngiya xwendin û fêrbûnê pêkêş kir û pêşbirkeke zanistî ya zarokan bi rê ve çû.
Piştre pêşangehek bi navê "Pêşangeha Şehîd Hevrîn Xelef" hat vekirin û xwendekaran tabloyên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyan de mamoste ji aliyê Komeleya Perwerdehiyê ve hatin xelatkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Şedadê û gundewarê wî gelek salan di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de di tarîtiya nezanî û koletiyê de mabûn.
Piştî ku Şedad ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hat rizgarkirin, hewldanên tunekirin û bidawîkirina bermahiyên fikrî yên çeteyên DAIŞ'ê bi rêya belavkirina fikrê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, zêde bûn.
(mh/fr)
ANHA