Li Şedadê 4 şehîdên Hêzên Xweparastinê hatin oxirkirin

Bi merasîmeke heybet û beşdariya girse xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê 4 şehîdên Hêzên Xweparastinê ku li Deşîşa şehîd bûne oxir kirin.

9 kanûn, 2024   16:16
HESEKÊ

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl cenazeyên 4 şervanên Hêzên Xweparastinê Ehmed Mamon El Misrî, Ehmed Neîm El Xalid, Ehmed Mihemed El Mihemed û Hisên Seed El Ebdullah ku di 7ˋê Kanûnê de li Deşîşa şehîd bûne, spartin axê.

Di merasîmê de endama Şaredariya Gel a Şedadê Nûr El Seîd axivî û got: "Bi destê xayînan zavayên welatê me şehîd bûn. Em bejna xwe li hember dayikên wan ditewînin. Em soz didin ku heta misogerkirina jiyaneke birûmet li ser şopa şehîdan bin."

Fermandarê Hêzên Xweparastinê Mueyed El Xidir sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em ê rêça şehîdên xwe heta avakirina Sûriyeyek azad bişopînin."

Di dawiyê de wesîqeyên her 4 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA