Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin

3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Pira Qereqozaxê şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin oxirkirin.

Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 3 şehîd hatin oxirkirin
9 kanûn, 2024   16:18
KOBANÊ

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sûhêl Bekî, Hesen Nesan û Mihemed Emîn Hemo yên ku duh (8 kanûn 2024) di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Pira Qereqozaxê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê beşdarî merasîmê veşratina cenazeyên her sê şehîdan bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî axivî.

Eyşe Efendî: "Dem dema şeref û rûmetê ye. Roj roja serîrakirina li hemberî her dagirkeriyê ye. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Êdî dawiya her desthilatdariyê heye. Em ê di Sûriyeyê de hebin û em ê hebin jî."

Ji Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mistefa jî got "Ev der Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku her bohistek axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ji bilî berxwedanê tu vebijêrk nin in. Divê her kes wê zanibe cihê ku me bi xwîna xwe rizgar kiriye wê bibe hesret ji Erdogan û çeteyên wî re. "

Şêro Mistefa bang li gel kir ku ji şerê taybet hişyar be û wiha pê de çû: "Bila gelê me ha ji şerê taybet hebe. Divê tenê wê yekê bizanibe; me ne li Minbic ne jî deverên din ên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê gavek paşde neavêtiye. Ev der warê şervan û mêrxasan e. Eger bi hezaran jî em herin em bostekê jî ji axa xwe nadin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan li Pakrawangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin.

(sş/bb)

ANHA