Dagirker gundê El Heno yê Til Temirê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê El Heno yê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dike.

Dagirker gundê El Heno yê Til Temirê topbaran dikin
9 kanûn, 2024   16:04
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Li gorî nûçegihanê me ji Til Temirê agahî parve kirine, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundê El Heno bi guleyên hawanê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên bajarê Zirganê hedef girtin, di encamê de welatiyek şehîd bû û 6 din jî birîndar bûn û duh jî li gundê Misterîhe yê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de jin û zarok bi giştî 12 kes şehîd bûn.

(fr)