Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin

Li Şaredariya Qaxizman a bajarê Qersê a Bakurê Kurdistan ya DEM Partiyî qeyûm hat tayînkir.

Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
24 sibat, 2025   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Qaxizman a bajarê Qersê a Bakurê Kurdistan ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. 

Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin.

 Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.