Li Şamê teqîn

Hate ragihandin ku li paytexta Sûriyeyê Şamê teqînek çêbûye.

Li Şamê teqîn
20 ÇILE, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê avahiyek li taxa Mezê ya Şamê bombebaran kiriye. 

Radyoya Şam FM jî ragihand “Dengê teqînan ji gelek deverên Şamê hatiye bihîstin, dûman rabûye. Lê sedem û jêdera deng nehat zanîn.”

Rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê jî wiha nivisî: “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şewat li herêma Mezê Vîlat Xerbî çêbûye û heta niha agahiyên dîtir têkildarî bûyerê bi dest neketine."

Gelek çavkaniyan ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî avahiyekê li herêma Mezê Vîlat a Şamê de birîndar û kuştî hene.

Kanala Meyadîn a nêzî Îranê jî ragihand ku di bombebaranê de avahiyek li taxa Mezê hilweşiyaye.

(şx)