Li Şamê mayîn teqiya: Kesek mir

Li herêma Meza ya Şamê di encama teqîna mayînekê de kesek mir.

Li Şamê mayîn teqiya: Kesek mir
25 gulan, 2024   08:49
NAVNDA NÛÇEYAN

Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku li herêma Meza ya Şamê mayînek bi erebeyekê ve teqiya.

Hate diyarkirin ku ji ber teqînê xwediyê erebeyê jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA