Dema El Şeri li bajarê pêşangehan bû êrişa li ser Şamê dubare bû

Li dijî tûgaya 76ˊan a Hercele ya li gundewarê Şamê êriş pêk hat. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene. Nûçegihanê me diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê û helîkopterê bi nizmî li asîmanê Şamê û gundewarê wê digeriyan.

Dema El Şeri li bajarê pêşangehan bû êrişa li ser Şamê dubare bû
27 tebax, 2025   23:30
ŞAM

Nûçegihanê me li Şamê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê tûgeya 79 a Hercele ya Şamê bombebaran kir. Dûre careke din çiyayê Mani jî bombebaran kir û da zanîn di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene. 

Nûçegihanê me da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê di van kêliyan de nizm li asîmanê Şamê digerin û helîkopter li asîmanê herêma hedefgirtî, digerin.

Nûçegihanê me aşkera kir ku serokê Hikumeta Şamê Ehmed El Şeri li bajarê pêşangahan a Şamê bû dema êriş pêk hatiye û cihê êrişê tenê bi 10 kîlometreyan ji cihê pêşangehê dûr e.

(şx)