Li Rûsyayê ji ber hilweşîna pirekê 7 kes mirin

Li herêma Bryansk a rojavayê Rûsyayê, ji ber hilweşîna pirekê trên ji rêya derket, herî kêm 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Li Rûsyayê ji ber hilweşîna pirekê 7 kes mirin
1 hezîran, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên xwecih, duh derengiya şevê li rojavayê Rûsyayê pirekê û di encamê de trêneke rêwiyan ji rê derket. Hate diyarkirin ku di encama vê bûyerê de herî kêm heft rêwiyên di trênê de jiyana xwe ji dest da û 30 jî birîndar bûne.

Şirîketa Xeta Trênê ya Moskovê der barê bûyerê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku "Pira li herêma Bryansk a Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê ji ber destwerdana neqanûnî ya xebatên veguhastinê  zirar dîtiye."

(bb)