Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê

Şêniyên kantona Firatê şervanê QSD`ê Mehmûd El Ehmed bi merasîmeke biheybet oxir kir û 2  gerîlayên HPG’ê û şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi bîr anîn.

Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 4 cangoriyên azadiyê
15 cotmeh, 2025   16:18
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Mehmûd (Mehmûd El Ehmed) ê 13`ê Cotmeha 2025`an de li Til Semen şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle spart axê. Di merasîmê de gerîlayên HPG`ê Şervan Perwer (Fadil Ebdî) û Sabrî Kobanê (Diyar Şêx Beha) ên ku 16`ê Hezîrana 2023`yan şehîd bûbûn, her wiha şervanê Meclisa Leşkerî ya Micbicê Mistefa (Mistefa Şêx Mihemed) ku di 8`ê Kanûna 2024`an de li Micbicê şehîd bûbû, bi bîr anîn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Desteya Gazî û Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û diyar kir ew ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Misteya Êto destnîşan kir ku ew di qonaxeke herî hesas re derbas dibin û wiha got: "Ev qonaxa ku gelê me niha tê re derbas dibe, qonaxeke bi nirx e. Şervanên me ji bo Sûriyeyeke nenavendî tê dikoşin û li hember dijminê hovane berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Em ê jî wek gelê Kobanê, em soz didin ku xewn û xeyalên şehîdan xwe pêk bînin û xwedî li mîrateya wan derkevin.”

Birayê şehîd Şervan Perwer, Mesûd Ebdî di merasîmê de axivî û diyar kir ku her şehadetek israra wan a domandinê têkoşînê û kîna li hember dijmin zêdetir dike û got: "Em wek malbatên şehîdan, em soza xwe nû dikin û em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin."

Pişte wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin.

Cenazeyê şehîd Mehmûd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(sş/bb)

ANHA