Li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan a Qamişloyê erebeyek teqiya

Li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan û gerava otubîsan a li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo erebeyek teqiya.

Li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan a Qamişloyê erebeyek teqiya
28 tebax, 2024   13:28
QAMIŞLO

Ji taxa Enteriyê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê dengê teqînekê hat.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, dengê teqînê ji ber teqandina erebeyekê li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubîsan a li taxa Enteriyê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê bû.

Tu agahiyên din der barê zirarê de bi dest neketin.

(şx)

ANHA