Li Rojhilatê Kurdistanê jinek hate binçavkirin

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di 30’ê Gulanê de hêzên Îranê li gundê Yengîce ya Bokanê avêtine ser malek û jina bi navê Hetaw Ekremî binçavkirine û heya niha jî aqûbeta wê nayê zanîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê jinek hate binçavkirin
1 hezîran 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Binçavkirina çalakvanên siyasî û welatiyan ya ji aliyê dewleta Îranê ve bê navber dewam dike. Di rojên dawî de gelek kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeyek Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, roja Pênçşemê (30 Gulan-2024) hêzên Îranê li gundê Yengîce ya ser bi Bokanê avêtine ser malekê û jina bi navê Hetaw Ekremî binçavkirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku Hewta Ekremî çend salin li Başûrê Kurdistanê niştecih bûye, lê di rojên borî de ji bo tevlî daweta kurê xwe bibe, serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

Heya niha jî sedema binçavkirina Hewta Ekremî nayê zanîn.