Bîlançoya Gulanê ya êrişên dagirkeran ên li ser Efrîn-Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker di meha Gulanê de 124 caran êrîşî 37 deverên Efrîn û Şehbayê kirin. Di êrişan de zarokek şehîd bû, 3 zarok, welatiyekî 60 salî û leşkerî Hikûmeta Şamê jî birîndar bûn.

Bîlançoya Gulanê ya êrişên dagirkeran ên li ser Efrîn-Şehbayê
1 hezîran 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrîşên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê pêk anîne, eşkere kir. 

Li gorî bîlançoya hatiye parvekirin, di navbera 1 û 31’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker, 124 caran êrişî 37 gund, bajarokên Şehba-Efrînê û derdora wan kir. 3 cihên hêzên Hikûmeta Şamê jî bûn hedef.

Di êrişên ku bi tang, topên obus û hawanan, balafirên bêmirov û bi çek, dronên xwekuj û bombeataran pêk hatin de, malên welatiyan, erdên çandiniyê, bax û baxçeyan zirar dît.

Di topbarana 18’yê Gulanê ya li ser gundê Semoqa yê Şehbayê de zarokê bi navê Ferês Xelef Îbrahîm şehîd bû, 3 zarok jî birîndar bûn.

Di topbarana 31’ê Gulanê ya li ser gundê Şêx Îsa yê Şehbayê de jî hemwelatiyekî 60 salî birîndar bû.

Di êrişa 19’yê Gulanê ku dironeke xwekûj li ser gundê Seda Şehba pêk hat de, leşkerî Hikûmeta Şamê yê navê Beşar Cebora (36) birîndara bû.

 Di êrişa 24'ê Gulanê ku bi dironek xwekûj li ser noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Hirşa Sixunekê ya bajarê Şêrewa ya Efrînê pêk hat de, zirara madî çêbû.

15'ê Gulanê bi dironek xwekûj noqteya hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Kefer Anton ê bajarê Şera yê Efrînê hat hedefgirtin. Di êrişê de ziyana madî çêbû.

(a)

ANHA