Li kantona Dêrazorê qedexeya derketinê ya giştî
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê qedexeya giştî ya derketina derve ragihand.
Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê biryara bi hejmar 3 belav kir.
Naveroka wê wiha ye: "Li ser pêşniyara Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştî erêkirina Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê, her wiha ji ber şert û mercên ewlehiyê û hewldana hin komên çekdar ên alîgirên aliyên dijberî ewlehiya herêmê, ji îro û heta demeke nediyar li herêma başûr û rojhilat, qedexeya derketinê ya giştî hate ragihandin. Kesên muxalefe bikin dê der heqê wan de tedbîrên dadwerî bên girtin."
(şx)