Li Rojhilat û Îranê di 6 mehan de 424 kes hatine darvekirin

Li gorî kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji serê salê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 424 kes hatine darvekirin.

 Li Rojhilat û Îranê di 6 mehan de 424 kes hatine darvekirin
1 tîrmeh, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 75’an de, der barê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di nava heftiyekê de 17 girtî ku yek ji wan jin e, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Kampanyayê da zanîn ku ji serê sala 2025’an heya niha, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 424 kes hatine darvekirin.

Hate gotin ku roja Çarşema borî 3 kolberên Kurd yên bi navê Azad Şucaî, Idrîs Elî û Resul Ehmed bi tometa sîxuriyê hatine darvekirin.

Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îran û Rojhilat, pêlek binçavkirinê bi hêceta siyasî û ewlekariyê destpê kiriye û piraniya kesên tên binçavkirin, cezayê giran didinê. Herwiha ji mafê xwe yê dadgehkirinê jî tên bê par hiştin.

Kampanyayê da zanîn ku ji her demî zêdetir niha jiyana girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di metirsiyê deye û hate gotin; “Em bi Gelê Kurd û Îranê re banga hilweşandina cezayên darvekirinê û azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.”