Li rojavayê Hemayê mal di bin lehiyê de man

Li herêma Saqiya El Nihêle ya dikeve rojavayê Hemayê lehî rabû û mal di bin de man. Şêniyan banga alîkariyê kirin. Heyanî niha kesek bi wan ve neçûye.

Li rojavayê Hemayê mal di bin lehiyê de man
Li rojavayê Hemayê mal di bin lehiyê de man
Li rojavayê Hemayê mal di bin lehiyê de man
21 gulan, 2026   09:38
HEMA

Li herêma Saqiya El Nihêle ya girêdayî herêma Şetha ku dikeve rojavayê Hemayê lehî rabû. Mal û dikanên şêniyan di bin lehiyê de man. Şêniyên ku malên wan di bin avê de mane asê mane û nikarin ji malên xwe derbikevin. Heyanî niha kesek bi wan re nebûye alîkar. 

Şêniyan dan zanîn ku her rêjeya avê bilind dibe ew ziyanê zêdetir dibînin û heyanî niha aliyên têkildar bi hawara wan ve nehatiye.

Şêniyan agahî dan nûçegihanê me ku destwerdaneke fermî hîna sînordar e û ew bang li tîmên parastina sivîl û awarte dikin ku lez tevbigerin û pêdiviyên şêniyan pêk bînin. Her wiha gotin, eger destwerdana wan dereng bimîne dê şênî gelek ziyanê bibînin.

Li gelek herêmên gundewarên rojavayê Hemayê lehî çêdibin ji ber pirsgirêkên kanalîzasyon û binesaziyê hene.

(np)

ANHA