Gerîlayan 2 dagirker ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Serhadê û Rojavayê Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, Konek, droneyek hatin îmhakirin, derb li 7 çeper û kepçeyekê hate xistin.

Gerîlayan 2 dagirker ceza kirin
22 cotmeh, 2023   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li Serhadê û Rojavayê Zapê de ev agahî dan.

"Li herêma Serhedê;

14'ê Tebaxê saet di 17:45'an de li herêma Gilîdaxê bi sûîqestê li dagirkerên li kûleya Demîrkapi hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20'ê Cotmehê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk 5 caran derb li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û derb li 2 çeperan hate xistin.

20'ê Cotmehê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

21'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk 8 caran derb li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.

20'ê Cotmehê saet di 16:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

21'ê Cotmehê saet di 15:5'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji du baskan ve bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

20'ê Cotmehê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li kepçeyekê hate xistin.

21'ê Cotmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Konek hate îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

21'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

 

19, 20 û 21'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 19 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

21'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebakirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

21'ê Cotmehê qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi topan hatin bombekirin."