Li Dêrazorê rûspiyekî êla Begara û hevjîna wî hatin qetilkirin

Li gundewarê kantona Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de rûspiyekî êla El Bû Salih (Begara) û hevjîna wî hatin qetilkirin.

Li Dêrazorê rûspiyekî êla Begara û hevjîna wî hatin qetilkirin
16 tebax, 2025   17:30
DÊRAZOR

Ji rûspiyên êla El Bû Salih (Begara), Şêx Mûsa Ezîz El Xelef û hevjîna wî di êrişa çekdarên nenas de hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê dane, Şêx Mûsa Ezîz El Xelef û hevjîna wî dema ku bi erebeyê ji bajarê Cezayê vedigeriyan gundê xwe (Ezman) ê rojavayê bajarê Bû Xeşeb ê kantona Dêrazorê hatin gulebarankirin.

Şêniyan dane zanîn ku du kes li motorsîklêtê bûn, gule li erebeyê reşandin û wan qetil kirin. Heya niha tu kesî êriş negirtiye ser xwe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê der barê êrişê de lêkolîn daye destpêkirin.

(şx/bb)

ANHA