Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 

Li bajarê Siwêdayê bi tevlêbûna şêniyên gund û bajarokan, li dijî dorpêçê û êrişan, xwepêşandanên girseyî li dar ketin.

Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
Li Siwêdayê xwepêşandan ji bo azadî û xweseriyê hatin lidarxistin 
16 tebax, 2025   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di xwepêşandanên li Siwêdayê, şêniyan ji bo bidawîkirina dorpêçê, vekirina korîdorên mirovî û bazirganiyê, tevgera çûn û hatinê serbest bibe, bi xwe çarenûsa bajarê xwe diyar bikin û ji hegemonya navendî biryara xwe bigirin, bang kirin. 

Her wiha di xwepêşandanê de, çalakvanê bi navê Nasir Ebû Hila axivî û got ew dixwazin vegerin gundên xwe yên ku çeteyan wêran kirine, şêniyên resen ên durzî, xiristiyan û misulmanan hêjayî azadiyê ne.

Nasir ji bo komkujî, dizî, talankirin û destdirêjiyê bang kir ku divê lêpirsîneke serbixwe ya navneteweyî dest pê bike. Nasir da zanîn ku li dijî mizgeft, dêr û nexweşxane sûcên hovane hatine kirin û li wan cihan sakvan hatine bicihkirin ku sivîlan dikujin.

Çalak Wail Ebû Eselî di xwepêşandanê de axivî û diyar kir ku dorpêça hikumeta veguhêz rê nade ku alîkariyên mirovî weke xwarin, derman, av, kehrebe û xebatên bingehîn bi giştî derbas bibin lewma “serxwebûn” vebijarka yekane ye.

Helbestvan û çalakvana jin a bi navê Raqiya El Şair piştrast kir ku şêniyên parêzgehê rihê meydana Kerama vegerandin û got girse ji bo azadiya parêzgeha xwe dûrî “dewleta hov” derketine û ti carî wîsayeta Şamê yan jî “desthilata hale hazir” qebûl nakin.  

Xwepêşandêran destnîşan kir ku li Siwêdayê, şênî li ser nasnameyê hatin kuştin û gundên wan hatin dizîn û niha jî di dorpêçeke giran de ne.

(ac/şx)

ANHA