Li Rîf Şam li dibistanê zarok bi aşleyê jehrî bûn

Li dibistaneke Cideydet El Fedil a li Rîf Şam bi dehan zarok piştî ku aşleyê jehrî bûn.

Li Rîf Şam li dibistanê zarok bi aşleyê jehrî bûn
15 sibat, 2024   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji malpera Sewt El Asîmê (dengê paytextê) re da zanîn ku bi dehan zarok li dibistana Fewaz Şenwan a Cideydet El Fedil piştî birina aşleya dibistanê jehrî bûne.

Radyoya SHAM FM diyar kir ku serokê şaredariya Cideydet El Fedil Eymen Mehmûd destnîşan kir ku tu şagirtan jiyana xwe ji dest nedaye û 15 zarok ketine rewşa nexweşiyê.

Mehmûd diyar kir ku tenê zarokek êşên nexweşiyên berê dikişîne, lê zarokên din ji ber bandora bi şagirtê nexweş, bi wan re rewşên veşîrbûnê çêbûn.

(mh)