Li Şamê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û teqezî bi domandina çalakiyan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Li Şamê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li Şamê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li Şamê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
15 sibat, 2024   21:01
ŞAM

Bi beşdariya bi dehan şênî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de endama meclisa taxê Zeyneb Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hêzên beşdarî komployê bûne hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Şamê heta bi Îmraliyê silavên xwe dişînin, çi dibe bila bibe dê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan têkoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji hêzên hegemonîk dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel e.

Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

(mh)