YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi awayekî çalak tev li operasyona berfireh a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê  dest pê kiriye, bûn.

YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû
YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû
YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû
YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû
YPJ`ê bi çalakî tev li Operasyona li bajarê Hesekê bû
30 tebax, 2025   16:40
HESEKÊ

QSD`ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ`ê, li bajarê Hesekê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonekê kir, di operasyonê de heta niha 39 endamên şaneyên çeteyan û kesên ku guman heye bi wan re hevkariyê dikin hatine girtin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi awayekî çalak tev li operasyonê bûn û roleke girîng pêk tîne. Şervanên YPJ`ê li malên ku jin lê hene lêgerînê dikin, her wiha li kêleka şervanên din li taxên bajêr hatine bicihkirin.

Şervanên jin ên YPJ`ê yên ku tev li operasyonê bûne diyar kirin ku tevlîbûna wan beşek ji erka wan a ji bo parastina civakê û xurtkirina hebûna jinan wekî hevkarek sereke ya parastina ewlehî û aramiyê ye.

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ne tenê wekî hêzek leşkerî, lê di heman demê de wekî sembolek parastina ax û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî roleke bi bandor dilîze.

(k)