Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin

Saziya Pirkirina Tovan a Reqayê ji bo bidestxistina tovên baş, 800 peyman bi cotkarên genim re îmze kirin. Hemwextî wê, belavkirina tov li cotkaran, didome.

Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin
Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin
Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin
Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin
Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin
16 mijdar, 2023   05:44
REQA
EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya ji bo cotkaran didomîne. 

Piştî ku Desteya Çandinî û Avdanê plansaziya xwe ya ji bo mewsima zivistanê diyar kir, saziyên pirkirina tovan û komîteyên çandinî û avdanê yên herêmê, xebatên belavkirina tovên baş, semad, mazota ji bo avdanî û cotkirinê, didomîne.

Desteyê plansaziya xwe wiha diyar kir; genimê avî bi rêjeya ji sedî 60`ê rûbera giştî ya zeviyan, ceh jî ji sedî 15 û sebzeyên zivistanê jî ji sedî 2`ye.

Girêdayî radestkirina tov û sotemeniyê hevserokê Nivîsgeha Şêwirê ya Giştî ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê Eymen El Sultan wiha axivî: “Bi destpêkirina mewsima 2023-2024’an re, deriyê ruxsetan ji bo mewsima zivistanê vebû ku ji 15`ê Cotmehê heta 31`ê Kanûnê ye. Xebatên me di vî warî de berdewam in.”

El Sultan wiha domand: “Gelek ruxset tên dayîn, hin ên bîran in, hin takakesî ne û hin din jî yên kooperatîfên Yekitiya Cotkaran a Reqayê ne.”

El Sultan ev li gotinên xwe zêde kir: “Piştî temamkirina belgeyên pêwîst, ji desteka pêşkêşkirî sûdê digirin.”

Ji bo avdana her donimeke genim ku bi rêya bîran tên avdan, 20 lître mazot hate diyarkirin. Ji bo kooperatîfên sûdê ji tora avdanê digirin, 7 lître mazot û ji bo kooperatîfên bi jeneratoran avdanê dikin jî 12 lître mazot hate diyarkirin.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a Reqayê Salih Bozan got: “Ji destpêka Cotmehê ve, me dest bi wergirtina daxwaznameyên peymanên pirkirina tovan ji cotkaran kir. Me hezar û 400 peyman wergirtine. Ji bo wê me 3 komîteyên meydanî ji bo kontrolkirina cihên di peymanê de hatine diyarkirin, ava kirin.”

Li gor saziyê, 800 peyman bi rûbera 25 donim hatin veqetandin. Ji bo peymankaran jî 2 vebijêrk hene; heke bi deyn heta çinînê be, 530 dolar e û heke pêşîn be jî 430 dolar e.

Bozan bang li cotkaran kir ku tovên genim ji Saziya Pirkirina Tovan wergirin.

(şx)

ANHA