Nivîsgeha Dirav û Dayînê girîngiya ruxsetkirina şîrketên pevguhertinê şîrove kir

Endamê Gerînendetiya Ruxset a Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî Bera El Wasil destnîşan kir ku xebatên ruxsetkirina şîrket û dikanên pevguhertina diravê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek girîng in û armanca wê pêşxistina aboriya herêmê, teşwîqkirina razemeniyê, yekkirina nirxê pevguhertinê û wan bixin bin çavdêriyê.

Nivîsgeha Dirav û Dayînê girîngiya ruxsetkirina şîrketên pevguhertinê şîrove kir
16 mijdar, 2023   06:35
REQA
EHMED EL ESAF

Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navnedî, hewl dide ku bi rêya dayîna ruxsetan li gor şert û mercên rêxistinî ji dikanên pevguhertinê û veguhastinê re, xebatên pevguhertina diravên biyanî û veguhastina malî, bi rêxistin bike. Ev hewldan, dê karê vê pîşeyê hêsantir bike û nirxan kontrol bike. 

Li herêmê, dikanên pevguhertinê yên li sûkên her herêmekê, nirxê pevguhertinê diyar dikin. Ji vê re dibêjin sûka reş. Ev yek dihêle ku ev pîşe, girêktir be û nirxên pevguhertinê cuda bin.

Wek gavekê ji bo çareserkirina vê mijarê, li herêmê Qanûna Pevguhertinê hate derxistin û ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve di 26`ê Çileya 2023`yan de hate erêkirin.

Der barê mijarê de endamê Gerînendetiya Ruxsetê ya Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî Bera El Wasil got: “Qanûna pevguhertin, ji bo birêxistinkirina xebatên pevguhertina diravan hate derxistin. Her wiha ji bo ku xebatên pevguhertinê ji kiryarên nerewa biparêzin. Li gor pêwîstiyên sûka herêmê û sendîkeyên pevguhertinê ev qanûn hate derxistin û Meclisa Giştî li ser erê kir."

El Wasil diyar kir ku xwediyên şîrket û nivîsgehên pevguhertinê ji bo ku bi awayekî fermi ruxsetê wergirin serlêdanan dikin û wiha domand: “Li seranserî herêmê heta niha 400 daxwaznameyên ruxsetkirinê hatine pêşkêşkirin. Dayîna ruxsetê berdewam e.”

Du şertên bingehîn ên Qanûna Pevguhertinê hene, dabîna malî ku di Nivîsgeha Dirav û Dayînê de tê razandin, her wiha amadekirina nivîsgeh, şîrket û sermayê.

El Wasil destnîşan kir ku hebûna dabîna malî ya şîrketê, cidîtiya wê nîşan dide.

Dabîna malî; razandina miqdareke pereyan ji aliyê şîrket yan jî nivîsgeha pevguheritnê ye. Ev razandin bi navê şîrketê tê qeydkirin û heke bixwaze şîrketê ji hev bixe, dikare daxwaznameyeke fermî ji Nivîsgeha Dirav û Dayînê re pêşkêş bike ji bo ku daxwaza wê bê nirxandin, heke hate erêkirin dikare pereyên xwe ji nû ve bibe.

Li gor El Wasil, armanca wan, ji vê plan û qanûnê pêşxistina aboriya herêmê û birêxistinkirina vî karî ye.

El Wasil aşkera kir ku di pêşerojê de dê ruxset ji bo bankên navneteweyî ji derveyî herêmê bên dayîn û ev agahî parve kirin: “Ev mijar tenê bi piştgiriya şîrketên pevguhertinê û veguhastinê û koordîneya di navbera wan de, dê bi ser keve. Heke bi ser ket jî, dê bi awayekî erênî bandorê li herêmê bike, wêneyeke baş ji herêmê bide nasîn ku fînansmenên ji derveyî herêmê teşwîq bike û baweriya xwe bi karê li van herêman bîne.”

El Wasil di dawiyê de got: “Ev pîşe, gelek hesas e, pêwîstiya wê bi kesên diyar, bi şert û mercên diyar jî û xwedî tecrubeyan heye. Armanca wê jî pêşxistina aboriya li herêmê, birêxistinkirina xebatên pevguhertinê, yekkirina nirxê pevguhertina diravên biyanî ye.”

(şx)

ANHA