Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezwan Xelîl Emîn spartin axê û soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.

18 cotmeh, 2025   19:33
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezwan Xelîl Emîn ku di 17`ê Cotmeê de ji ber kirîza dil şehîd bibû, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi merasîmekê, spartin axê. 

Merasîm deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, "Şehîd Xezwan di sala 2016`an de ji bo parastina gelê xwe û axa xwe bêyî dudilî tevlî refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û heta dawiyê li hember dijminan li ber xwe da."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Ebas jî behsa xebat û fedekariya şehîd Xezwan kir û diyar kir ku ew nimûneya dilsozî, exlaq û fedakariyê bû û heta kêliya dawî erkên xwe bi biryardarî pêk anî.

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên"Şehîd Namirin" spartin axê.

(k)

ANHA