Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina

Bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî dimeşin ji bo Rêber Abdullah Ocalan", komxebata jinan li bajarê Reqayê bi beşdarbûna 250 delegeyan dest pê kir.

Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
Li Reqayê komxebata jinan tê lidarxistina
14 mijdar 2023   11:42
REQA

Komxebat ji aliyê Meclisa Kombûna Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin. Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de hatiye lidarxistin ku duh ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine ragihandin.

Komxebat li hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna derdora 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî hatiye lidarxistin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: "Em jinên sûriyeyî bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em teqez dikin ku em ê nameya aştiyê ya ku Rêber mirovahiyê hilgirtiye ragihînin. Em bi rih û feslefeya Jin, Jiyan, Azadî dixebitin da ku projeya xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin."

Di komxebatê de dê 4 mijar; Reqa: Biratiya gelan, Tebqa: Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Minbic: Çand û exlaq, Dêrazor: Erdîngarî û têgeha eşîran werin nîqaşkirin. Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA