Ji bo şehîd Avaşîn Zinar merasîma sersaxiyê

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Avaşîn Zinar peyama tolhildanê da û diyar kirin ku ew ê rêwîtiya şehîdan dewam bikin.

14 mijdar 2023   12:15
ŞEHBA

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avaşîn Zinar (Yesmîn Îbrahim) dema ku li ser erka xwe bû di 27 Cotmehê de ji ber qazeyê şehîd bibû û duh (13 Mijdar) li Pakrewangeha Berxwedana Serdemê a li navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê bi merasîmêkî hatibû oxirkirin. 

Îro jî Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîd Avaşîn konê sersaxiyê danî. Kon li pêşiya mala şehîd Avaşîn Zinar ya li gundê Babinis ê girêdayî naveçeya Fafînê hate lidarxisti û bi sedan koçberên Efrînê, xelkê Şehbayê û endamên saziyan beşdarê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso axaftinek kir. Îso got: "Wek ku Rêber Apo gotiye 'dijmin ti rê li ber me nehişt lewra me berê xwe da pêngavek nû', divê em di vê pêngavê de tola şehîdên xwe hilînin, em ji bo vê yekê soz didin"

Endama Meclisa Navçeya Ehdasê Raniye Hesen jî destnîşan kir ku şehîd ne tenê yên malbatên xwe ne, lê belê şehîd yê tevahî gelan e û got: “Em in xwediyê xeta Tevgera Azadiyê ne, em tune nabin.”

Li ser navê malbata şehîd Avaşîn jî xwişka wê axivî û soza tolhildanê da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(zş/c)

ANHA